DYA, Kanada û Ingilistanê li dijî Belarûsê cezayên nû ragihand

Ji ber binpêkirina mafên mirovan û daxistina bi zorê ya balafira Ryanair, DYA, Kanada, Îngilistan û YE cezayên nû li Belarûsê ferz kirin. Di nava kesên ceza li ser wan hatine ferzkirin de, kurê serokomarê Belarûs jî heye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kanada û Îngilistanê li dijî helwesta binpêkirina mafê mirovan, zextên xwe yên li ser Belarûsê zêde dikin.

Di daxuyaniya hevpar a hersê welatan de hate gotin, ew ji “berevajiya mafên mirovan, azadiyên bingehîn û zagona navneteweyî” ya rêveberiya serokomar Alexander Lukashenko ay li Belarusê dilgiran in.

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku ew hatine gel hev da ku rêvebiriya Belarusî berdêla kirinên xwe bide.

Ji ber vê yekê wan biryar girtiye ku vîzeya 46 berpirsên welat sînordar bike û li ser 16’an jî cezayan ferz bikin.

Di nava van kesan de ji hemû saziyên asta jor ya welat cihê xwe têde digrin.

YE li dijî Belarûsê paketea cezayên nû ragihand

Yekîtiya Ewropî (YE) biryar da ku li ser dehan kes û rêxistinên Belarûsî tedbîrên teng dêne.

Di nava kesên xistine nava lîsteya cezayan kurê Serokomarê welat jî heye.

Balafira Ryanair ku 123 rêwî di nav de bû, 23’ê Gulanê dema ji Atînayê diçûn Vilnius, bi hişyariya bombeyek li nava balefirê bi lezgîn li Balafirgeha Minsk daket.

Ji ber sedemên ewlehiyê, li ser fermana Serokomarê Belarûsya Aleksandr Lukashenko, ji bo ku balafirê bişopîne balafirek şer a Mig-29 hate rakirin.

Di dema kontrolkirina balafirê de, welatiyê Belarusî Roman Protasevic yê mixalîf hatibû binçavkirin.

Ji wê rojê ve Belarûs bûye armanca beşek mezin ya welatên cihanê.

Back to top button