DYA: Reîsî wê ji binpêkirinên li dijî mafê mirovî berpirsyar were dîtin

Piştî Ibrahim Reîsî bû serokomarê nû yê Îranê, di navbera Tahran û Waşîngton de aloziya heyî zêdetir bû.
Koşka Spî ragihand ku wê Reîsî ji sucên li dijî mafê mirovan ku pêk aniye berpirsyar were dîtin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniya rojane de, rojevên heyî nirxand û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Dema ku hat pirsîn piştî guherîna rêveberiya li Îranê wê danûstandinên nukleerî yên bi Tahranê re çawa bidome Jen Psaki wiha got:

Serok Joe Biden di vê mijarê de, weke kesê biryar derê Îranê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî dibîne.

Ev yek beriya Reîsî were hilbijartin wisan bû, îro jî wisane û tê dîtin ku di dema pêşde jî wê wisan be.

Psaki bi bîr xist ku Serokomarê Îranê Reîsî yê nû hatî hilbijartin ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên berê di lîsteya cezayên DYA de ye û ev tişt anî ziman:

“Serokomarê nû dê ji binpêkirinên mafên mirovan ên ku kirî berpirsiyar be.

Ji bo rêzdayîna li mafê mirovan û azadiyê re, em bangek xurt lê dikîn.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki anî ziman ku danûstandinên nukleerî yên navbera aliyan dewam dike, lê heta niha ti lihevkirinek giştî pêk ne hatiye.

Back to top button