Rûsya bi moşek û dronan êrîşî Kiev û Dniepero kir

Piştî ketina bajarê Bahmotê di destê Wagnerê de, Rûsya êrîşên xwe yên bi dron û mûşekan zêde kirine.
Duh mûşeke li avahiyeke bijîşkî li bajarê Dniepero ket û gelek qurbanî hebûn.
Serokê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev dibêje, dibe ku Ukrayna ji ser nexşeya cîhanê rabe.

Şeva borî Rûsya bi bi moşek û dronan êrîş birin ser Ukraynayê.

Hêzên Esmanî yên Ukraynayê ragihand, di êrîşên li ser Kieva paytext û bajarê Dniepero de, hêzên Ukraynayê 10 moşek û bêhtirî 20 dronan anîn xwarê.

Yek ji moşekan li avahiyeke bijîşkî li bajarê Dniepero ket, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn.

Di dema dawî de Amerîka û Ewropa, ji bo destekdayîna Ukraynayê di nava tevgerê de ne.

Ji ber vê yekê, Cîgirê meclisa ewlekariya niştimanî ya Rûsî Dmitry Medvedev, pêşbîn kir ku şerê Ukrayna bi dehên salan dirêj bike.

Dmitry Medvedev hişyariya şerê nuklerî dide

Dmitry Medvedev di civîneke çapemeniyê de, bal kişand ser biryara Amerîka û Ewropa ya destekdayîna Ukrayna bi balafirên şer ên F-16 û wiha got:

“Ne dûr e Amerîka û Ewropa çekên nuklerî jî bidin Kievê.

Lê eger ev yek pêk hat, Rûsya dê yekser êrîşeke nuklerî pêk bîne.

Qanûnên şer ên wusa, bê veger in.”

Beriya niha Brîtaniyayê ragihandibû, ew ê mûşekên bi Uraniyomê bide Ukraynayê û Moskow, ev yek jî bi pêşketena xeternak pênase kiribû.

Dmitry Medvedev di daxuyaniyên xwe de, her dem hişyariya êrîşên nûklerî dide û herî dawî li ser kenala xwe ya telegramê gotibû:

“Dibe ku Ukrayna ji ser nexşeya cîhanê rabe.”

Ukrayna: Êrîşa dijberane ji çend rojan ve dest pê kiriye

Back to top button