Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî

Binpêkirina nirx û derbaskirina qanûnên navneteweyî û mirovî li Efrînê li pêş çavê tevahî cîhanê berdewamin..
Çeteyan welatiyekî din li Efrînê revandin.
Her weha, di encama şerê dijwar yê di navbera çeteyan û hêzên hikûmeta Şamê de 15 hezar darên zeytûnê hatin şewtandin.

Mîna her roj, îro jî hovîti û kiryarên çeteyan li Efrînê hatin bihîstin..

Ev hemû kiryarên çeteyan ku li Efrîna Dagirkirî pêk tînînin, rojana têne dîtin û ji raya giştî re tên ragihandin..

Lê tevê wê jî, ji ber bêdengiyan qada navneteweyî, çeteyên dewleta Tirk bê-exlaqiya xwe û binpêkirina nirxan didomînin…

Kuştin, revandin, dizî, talan û birîna daran karên rojane ne, ku bi destê çeteyan tê kirin.

Welatiyê bi navê Betal Oso hate revandin

Li gorî Efrîn NEWS 24 çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Betal Oso ji gundê Dêr Belût ya Cindirêsê revandin.

Betal Oso mîna bi sedan kesên berê, bi hinceta ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye hate revandin û ta vê kêliyê aqûbeta wî ne diyar e.

Mihemed birîm ê temen mezin rastî êşkenceyê hat

Li aliyekî jî çeteyên Elemşat êşkence li welatyekî temen mezin kir.

Welatiyê ku rastî êşkenceyê hatiye navê wî Mihemed Birîm ji gundê Kaxira yê Mabtilî ye.

Efrîn NEWS da zanîn ku çeteyan motorsiklêt û pereyên wî dizîn û li wir avêtî hiştin.

Di encama şer de 15 hezar darên zeytûnê hatin şewtandin

Tora Çalakvanên Efrînê jî ragihand ku di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên Hikûmeta Şamê de şer derket.

Li vir çeteyan êriş kirin, di encamê de agir bi herêmek di navbera gundê Kîmar û Soxanka de ket.

Torê da zanîn ji ber agir, zêdetirî 15 hezar darên zeytûnê şewitîn e.

Çeteyan bi sedan dar li gundê Dar Giryê û navçeya Mebata birîn

Efrîn NEWS 24 jî, da xuyakirin ku çeteyên Elhemzat û Elemşat li gundên Dar Giryê û navenda navçeya Mabetilî bi sedan dar birîn.

Firotina mal û milkên Efrîniyan dewam dike

Firotina mal û milkên welatiyan jî mîna hemû kiryaran dewam dike.

Yek ji çeteyên Ehrar Elşerqiyê 6 xaniyên li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê ku desteserkiriye her xaniyek bi hezar û 700 dolarî firotiye.

Efrîn POST da zanîn ku ev 4 xanî ji wan, milkên welatiyên bi navê Mihemed Henan, Selah Henan, Ehmed Muslim û Cîhad Ibrahîm in.

Çeteyê bi navê Mihemed Mistefa Bin Cemal jî mala welatiyê bi navê Mihemed Berekat ê ji xelkê Gokan ya Mebatayê bi hezar û 800 dolarî firot.

Kiryarên rojana li Efrîna dagirkirî berdewamin

Back to top button