Welatiyê bi navê Ednan Ebdî ku li zeviyên Hemê yên Hesekê dixebitî di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî Hesekê de şehîd bû.
Ev êriş, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere dike.
Sibeha 5’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker binesazî û stasyonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov ên biçek û yên şer hedef girtin.
Yek ji wan deveran zeviyên Hemê yên bakurê bajarê Hesekê ne.
Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Ednan Ebdî (54) ku nobedarî dikir tevî 4 welatiyên din şehîd bûn.
Apê şehîd Ednan, Seid Ebdî got: “Dewleta Tirk a dagirker ji berê de dijminê gelê Kurd e û ev êriş ne tiştekî nû ne.
Biraziyê min jî di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.”
Seid Ebdî bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên qaşo garantor şermezar kir û got:
“Bi dehan rêxistinên mirovî û navneteweyî hene lê hemû jî li gor berjewendiyên xwe dixebitin.”