Planên Hakan Fîdan ên sala 2014’an di dewrê de ne

Ji bo me êrişa li dijî xaka Sûrî karekî hesan e.
Em ê 4 mirovên xwe bişînin û ji wir fuzeyan bavêjin nava xaka Tirkiyê.
Û ev yek wê ji bo me bibe sedema êrişê û paşê bicihbûna li nava Sûriyê.
Xwediyê vê planê, serokê demê ê Mît’ê û wezîrê niha ê karên derve Hakan Fîdan e.
Tevî vê rastiyê jî cîhanê ji sala 2016’an ve li hemberî êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê bi qasî ku bêdeng e destekê jî didiyê.

Di navbera salên 2012 û 2014’an têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê ya li dijî komên têndrew ên weke El Nusra û paşê çeteyên DAIŞ’ê geş bû.

Vê yekê bi qasî li qada navneteweyî rê li ber piştgiriya gelê Kurd û hêza wî ya parastinê vekir, hişt ku Tirkiyê jî bikeve nava hewldanên kirêt.

Lewma wê demê Tirkiyê ji bo ketina nava xaka Sûrî hêviya xwe bi DAIŞ û El Nusrayê girêda bû.

Gelên li Rojava jî bi têkoşîna xwe derb li planên Tirkiyê û hevalbendên wan dabûn.

Ji ber vê çendê planeke nû ya êrişên dagirkeriyê xistin dewrê.

Bi vê armancê destpêka sala 2014’an di navbera rêveberên şer ên Tirkiyê civîneke taybet pêk hat.

Beşdarên wê,

Wezîrê Karê derve ê demê Ahmet Davutoglu,

Serokê Mît’ê Hakan Fîdan,

Ji fermandarên artêşa Tirk û wezîrê niha ê parastinê Yaşar Guler.

Û şêwermendê niha ê Erdogan, Ferîdûn Sînîrlîoglu.

Di vê civînê de rayedarên Tirk eşkere li wê yekê mukir hatin ku çawa piştgiriyê didin komên çete ên li Sûrî.

Wezîrê demê yê karên derve Ahmet Davutoglu di wê civînê de mînaka tevgerên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi bîr dixe û dibêje;

Tişteke wiha ji bo Sûrî çawa dikare bê kirin?

Serokê Mît’ê Hakan Fîdan dikeve dewrê û radighîne ku ev yek ji bo wan pir hêsan e.

Fîdan plana xwe jî wiha dibêje:

Em ê 4 kesan bişînin nava xaka Sûrî û ji wir 8 fûzeyan bavêjên nava Tirkiyê.

Ev yek wê ji bo me bibe sedem ku em êrişî wir bikin.

Plana DAIŞ’ê ya neçû serî Tirkiye dixwaze temam bike

Rayedarên Tirk her çendî li ser vê yekê lihev kiribin jî pêşî baweriya xwe bi DAIŞ’ê anîbûn ku ew li herêma sînor a Sûrî bicih bibe.

Yanî wê di serî de Kobanê, DAIŞ’ê bi desteka Tirkiyê hemû bajarên Rojava dagir bikira.

Lê ev bendewariya wan li Kobanê têk çû.

Ji ber ku hesabên Tirkiyê hev negirtin, plana Hakan Fîdan ket dewrê.

Û bi hîle û derewan, li pey hev, Cerablûs. Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Niha jî bi serkêşiya Fîdan, heman plan dewam dike.

Tirkiye çavkaniyên jiyanî yên bi mîlyonan kesî hildiweşîne

Herî dawî 5’ê Cotmehê weke dewama vê planê, hema bêjin hemû çavkaniyên debara jiyanî yê bi mîlyonan kesî bûn armanc.

Navendên gaz, elektrîk, av, bendav, nexweşxane û kargeh hatin rûxandin.

8 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Weke mînakên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên dawî jî li ber çavên cîhanê pêk tên.

Bi taybetî jî Rûsya û Amerîka ku xwe weke garantorên astengkirina êrişên Tirkiyê binav kirine.

Back to top button