HPG: Li herêma Zapê 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Hêzên Gerîla li herêmên Zap û Metîna bo boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê li hêzên artêşa tirk a dagirker dan.
Di çalakiyan de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê a HPG’ê derbarê êrişên artêşa tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê diyar kir hêzên geîla ji bo bîranîna şehîdên fedayî ku bi dirûşma ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo çemberek ji agir çêkirin, gelek çalakî lidar xistin û ev agahî hatin parvekirin;

“6 û 7’ê Cotmehê, li Girê Cûdî û Girê Amediyê yên bi ser herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl li hêzên artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Di çalakiyan de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

6’ê Cotmehê li Qada Kurojahro ya bi ser Herêma Zapê leşkerekî Tirk hate kuştin û yek jî birîndar bû.

4 û 6’ê Cotmehê jî li Girê Ortê yê bi ser herêma Metînayê li hêzên dagirker hate xistin û destwerdan li helîkopterê a ku di nava tevgerê de bû hate kirin.”

HPG’ê ragihand 4, 5 û 6’ê Cotmehê herêmên Qendîl, Zap, Metîna û Xakurkê bi balafirên şer, dron, helîkopter û topan hate bombebarankirin.

Gerîlayan ji bo bîranîna fedayiyên Tabûra Nemiran çalakî pêk anîn

Back to top button