HPG: Ti têkiliya çalakiya Enqerê bi Bakur û Rojhilatê Sûrî nîne

HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiya fedaî ya li Enqereyê dewleta Tirk êrîş zêde kiriye û bang li her kesî kir ku li hemberî îdîayên nerast ên AKP-MHP’ê hişyar bin, guh nedin daxuyaniyên derewîn ku dixwaze siyaseta qirkirinê li Kurdistanê bimeşîne.

HPG’ê diyar kir ku daxuyaniyên kesên bi navê wezareta karên derve û wezareta şer a rejîma AKP-MHP’ê ya qirker a piştî çalakiya dîrokî ya Enqereyê dan, hewldanên ji bo berevajîkirina rastiyê ye.

HPG’ê balkişand li ser derewên dagirkeriya Tirkiyê wiha got:

“Ji aliyekî ve bi gotina ‘li dijî hucreyên razayî operasyonê dikim’ li 18 bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi operasyonên berfireh li dijî sazî û siyasetmedarên rewa û qanûnî yên gelê Kurd dest bi pêla girtinê kir,

Li aliyê din jî bi derewa ‘fedaiyên çalakiya Enqereyê kirin li Bakurê Sûriyeyê perwerde dîtin û ji wir hatin’ Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin hedef.

Bêguman ev daxuyaniyên hatin dayin gotinên dûrî rastiyê ne ku xwe naspêrin ti belgeyê û ji bo hincetê ji êrîşê re amade bike, weke derewan hatine kirin.”

Back to top button