MSD: Hevgirtina niştîmanî ya Sûrî gora fitneyê ye

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anî û serhildana 12’ê Adarê wek qêrîna li dijî zordarî û koletiya rejîma Baas pênase kir û diayr kir ku ti hêz nikare hevgirtina niştimanî ya Sûrî derbe bike.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi boneya salvegera 16. a Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adara 2004’an daxuyanî nivîskî da.

MSD’ê serhildana 12’ê Adarê wek qêrîna li dijî zordarî û koletiya rejîma Baas pênase kir û got:

Serhildana Qamişlo zulim, înkarkirin û zordestî ku desthilatdariyê li dijî gelê Kurd bi salan dimeşand eşkere kir û bû bingeha têkoşîneke nû ya şoreşgerî.

MSD’ê ragihand ku 12’ê Adara 2014’an di dîroka sûriyê de lekeyek reş e û teqez kir ku ti hêz nikare hevgirtina niştimanî ya Sûrî derbe bike.

MSD’ê destnîşan kir ku yekitiya mirovî ya Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên ku kokên wê vedigere beriya avakirina dewleta Sûriyê bû bersiva zihniyeta Rêjîma Sûriyê.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku, em ê li ser soza xwe bimînin ku em bercewendiyên gelê xwe biparêzin da ku hemû armancên wan di azadî, rûmet û veguhestina ber bi dewleteke demokratîk, ne navendî ve pêk bînin.

Back to top button