Mihemed Şêxo: Em ê ewlehî û xizmetê ji şêniyan re peyde bikin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo salvegera 3. a ava kirin Rêveberiya sivîl a Minbicê pîroz kir.

Mihemde Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Sivîl a Minbicê bi hemû meclisên xwe mîna parçeyek ji Rêveberiya Xweser e.

Şêxo rola rêveberiya Minbicê bi rolek girîng, stratîjîk û siyasî bi nav kir û destnîşan kir ku ew di bersivdayîna hemû êrişan de hêza xwe esas digirin û pişta xwe didin civaka xwe.

Mihemde Şêxo baweriya xwe bi hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û girêdanên pêkhateyên Minbicê re anî ziman û teqez kir ku xebata rêveberiyê ewlehî û aramî ji şêniyan re peyda kir û soz da ku ew ê zêdetir xizmet û derfetên kar peyda bikin.

Back to top button