Şêniyên Helebê destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dê armancên dagirkeran û hevkarên wan ên xayîn têk bibe, her wiha banga lidarxistina kongreyeke neteweyî ya kurdistanî û dûrxistina xayînan kir.
Cîhan Îbiş ku yek ji welatiyên taxa Eşrefiyê ye got:
“PDK’ê xiyaneta xwe ya li doza Kurd nû dike û destê xwe dike destê dewleta Tirk a dagirker.
Pêkanîna yekitiya Kurdî bersiva herî baş a li hember hewldanên xiyanetê yên PDK’ê ye.”
Welatiya bi navê Xedîce Mehmûd jî bi heman mijarê di axivî û got:
Em hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk a dagirker de em şermezar dikin.
Û em bang li darxistina kongreyeke neteweyî, pêkanîna yekitiyeke Kurdî û hesabpirsînê ji xayînan dikin.
Her wiha, welatiya bi navê Fatme Mihemed jî got:
“Peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û ENKS’ê de bi armanca rewakirina dagirkeriyê ne û ew xayîntiya endamên ENKS’ê piştrast dike.”