Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê

Rûspiyên eşîrên Ereb ên herêmê li dijî êrişên rojane yên li ser herêmê bertek nîşan da..
Rûspiyan diyar kir ku hevgirtina wan wê planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk têk bibin.
Her wiha baweriya xwe bi QSD’ê û sîstema wan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye temsîl dike, anîn ziman.

Ji destpêka aloziya li Sûriyê vê dewleta Tirk destwerdanê li Sûrî dike ..

Di nava bêdengiya navneteweyî de bi awayekî domdar herêmê hedef digre..

Li herêmên ku dagirkirine sûcên dermirovî û guhertina demografîk pêk tîne.

Rûspiyên eşîrên Ereb li dijî êrişan bertek nîşan dan

Di vê derbarê de Rûspiyê eşîra El Tifîhîn a navçeya Til Hemîs Silêman Mihemed El Silêman axivî..

Silêman Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike ku projeya xwe ya osmanî pêk bîne.

“Hevgirtina ma wê planên Tirkiyê têk bibe”

Silêman Mihemed teqez kir ku dewleta Tirk hemû kesên li pêşiya projeya wî ya mêtinger disekinin, dike armanc.

Rûspiyê eşîra El Şemer Ehmed Şetî El Şemerî jî ev yek got :

Tu carî em êrişên dewleta Tirk li ser herêmên xwe qebûl nake

Em ê li kêleka QSD û Rêveberiya Xweser li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Li Reqayê jî rûspiyê eşîra El Bû Xemîs, Mistefa Hemşo bang li raya giştî kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin.

”AKP’ê bi serkêşiya Erdogan fitneyê li herêmê derdixe”

Rûspiyê eşîra El Helîsat Hemûd El Hemûd jî bi vî awayî helwesta xwe nîşan da..

Em aştîxwaz in û bi hev re di nav aştiyê de bi hezkirin dijîn.

Gelê Tirk cîran e, lê AKP`ê bi serkêşiya Erdogan hewl dide fitneyê.”

Back to top button