Mezlûm Ebdî: Bêyî Rêveberiya Xweser û Kurdan, çareserî tune ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî teqez kir ku ne pêkan e rewşa Sûriyê vegere berî 2011’an û di vir de roleke pêşeng a Kurdan heye.

Ebdî di heman demê de, destnîşan kir ku, Rêveberiya Xweser êdî rastiyek li ser erdê ye û paşguhkirina wê, tê wateya ne çareseriyê.

Fermandar Ebdî, diyar kir ku, hemû hewldan û danûstandinên ji bo çareseriyê, bêyî Rêveberiya Xweser bibin ketin û ti gav neavêtin, encamên wê jî niha li Idlibê xuya dibin.

Ebdî di hevpeyîvînekê li gel kenala “El-Erebiyê” destnîşan kir ku “komîteya Destûrî ne li gorî biryara 2254 e, nûnertiya tevahiya Sûriyan nake û ev yek jî şaş e.

Ebdî got jî “Divê her kes beşdar bibe. Ji lewre em dibêjin “Çareseriyeke Sûrî, Destûreke Sûrî û danûstandinên Sûrî”.

Back to top button