Ji Semra Guzel peyam: Biryar siyasî ye, em ê bi ser bikevin

Duh Dadgeha dagirker a Tirkiyê piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê Semra Guzel sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê jî biryara girtinê da û wê şand girtîgehê. Parlamenter Semra Guzel ku hat girtin peyam şand û got: “Biryar siyasî ye û bêhiqûqî ye. Lê belê bawer bikin em ê bi ser bikevin.” Bi sedan kesên girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê protesto kirin, peyama, “HDP, ne aktorek a siyasî ya wisa ye ku hûn bikarin bi çend dek û dolaban tune bikin” dan.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel parêzbendiya wê hat rakirin û di 3’yê îlonê de li Stenbolê hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Guzel bi rêya parêzerên xwe peyamek şand û got: Berî her tiştî ez pir baş im çimkî ez mafdar im û em mafdar in.

Me hemûyan pêvajo ji nêz ve dişopand, ev pêvajo bi tevahî neqanûnî û bêhiqûqî ye.

Ev biryara derbarê min de siyasî ye.

Lê bawer bikin, em ê bi ser bikevin, hêvî wê bi ser bikeve, dê jin bi ser bikevin û dê gel bi ser bikevin.”

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê: Semra Guzel vîna gelê Kurd e!

Girtina bêhiqûqî ya Parlamentera HDP’ê Semra Guzelê bi pêşengiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê hat protestokirin.

Parlamenterên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û rêxistinên jinan tevlî çalakiyê bûn.

Destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî û got:

“Vê siyaseta li ser bêbandorkirina têkoşîna ji bo wekheviyê û azadiya jinan ava bûye, me duh red kir û em îro jî li ber xwe didin.”

Îlknûr Bîrol: Semra Guzel îradeya gelê Kurd e

Îlknûr Bîrol bal kişand ser wê yekê ku di lêpirsîna Semra Guzel de pirsên ku di dosyeya wê de nebûn, jê hatine kirin û got: “Ne Semra Guzel bi vê lîstika we dixape ne jî gel. Hûn nikarin bi çend agahiyên ku bi rojnameyên alîgir û bi zimanê propagandayê yê sê-çar rêz, vê civakê bixapînin.

Bîrol bang li sazî, avahî û rayedaran kir û got: “HDP ne aktorek a siyasî ye ku hûn bi du yan sê senaryoyan tune bikin.”

Alî Kenanoglû: Em qet stû li ber senaryoyên we natewînin

Parlamenterê HDP’ê Alî Kenanoglû jî bi bîr xist ku Semra Guzel parlamenterek e ku mafê wê yê parlamenteriyê heye û got: “Semra Guzel serî netewand û wê qet jî netewîne.

Bila ew kesên ku hewil didin stûyê parlamentera me bitewînin, baş bizanin ku kesên siyaseta HDP’ê dikin, rûmeta xwe bi laşê xwe dihilgirin.

Em qet stû li ber senaryoyên we natewînin.”

Back to top button