Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma “Bi berxwedan û têkoşîna jinên êzidî em ê bi serkevin” konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Jinên tevlî li konfirasê bûn diyar kirin ku Jinên êzidî yên fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nas kirine hemû cûreyên zext û zordariyê red dikin û li hemberî dagirkeriyê serî hildan.
Duh Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava bi dirûşma “Bi berxwedan û têkoşîna jinên êzidî em ê bi serketin” konferansa xwe ya duyemîn li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê li dar xist.
Nûnerên yekitiyên jinên Êzidî yên Heleb û Efrînê beşdarî konferansê bûn, yên herêma Cizîrê jî ji ber girtina rêya di navbera Minbic û taxa Şêxmeqsûdê de ji aliyê hikumeta Şamê ve, nikarîn beşdar bibin.
Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî yên Rojava Sûad Hiso derbarê rewşa jinên Êzidî de axivî û got, bi saya fikir û felsefeya Rêber APO jinên êzidî xwe naskirin.
Piştî axaftina Sûad koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî Mala Êzidiyan a Helebê sirûdên olî yên civaka êzidî xwendin.
Piştre jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ê derbarê girîngiya rêxistinkirina jinan û azadiya wan de hatin xwendin.
Her wiha rapora rewşa jinên êzidî yên li Rojava û xebatên du salan ên yekitiyê hat xwendin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîma Hemo jî anî ziman ku jinên êzidî bi berxwedanê xweseriya xwe ava kirin.
Piştî axaftinan, peyamên pîrozbahiya konferansê yên ji aliyê sazî û rêxistinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û cîhanê ve hatibûn şandin, hatin xwendin.
Beşdaran xebatên du salan ên yekitiyê nirxandin û ji bo pêşxistina kar pêşniyarên xwe anîn ziman.
Di dawiya konferansê de meclisa nû ya yekitiyê hat avakirin.
Konfransa 2. a Yekîtiya Jinên Êzidî li Helebê hat lidarxistin