HPG: Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye

HPG’ê da zanîn ku li herêmên rastî êrîşan hatin, ti hêzeke wan tine ye û destnîşan kir ku li dijî her êrişeke dagirkeran a li parçeyekî Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd, hêzên wan wê bi rengê herî tund bersivê bidin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk her wiha, Herêmên Parastinê yên jî bi awayekî berfireh bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşê daxuyaniyek da û ev agahî parvekir:

Dewleta tirk êrîşa li ser herêmê weke êrişa li dijî PKK’ê ragihandiye û bi vê êrîşê, hewl da komkujiyên kiriye binixumîne û careke din, rûyê xwe yê kujer ê rastî eşkere kir.

HPG’ê da zanîn ku li herêmên rastî êrîşan hatin, ti hêzeke wan tine ye û destnîşan kir ku li dijî her êrişeke dagirkeran a li parçeyekî Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd, hêzên wan wê bi rengê herî tund bersivê bidin.

HPG’ê ev agahî dan:

“Balafirên şer qadên Sîda û Şehîd Rustem ên Zapê, qada Werxelê ya herêma Avaşînê, qada Sininê ya herêma Xakurkê û qadên Şehîdan û Zergelê yên herêma Qendîlê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Back to top button