Di bin dirûşma ‘Bi têkoşîn û berxwedana jina Êzidî em ê biserkevin’ 2’emîn konferansa Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin.
Konfrans li eywana 8’ê Adarê ya bajarê Helebê bi beşdariya jinên Êzidî yên Heleb, Şehba û herêma Cizîrê pêk hat.
Axaftina vekirina konfransê ji aliyê rêvebira Yekîtiya Jinên Êzidî Suad Hiso ve hat kirin.
Suad Hiso konfrans li rêber Apo, girtiyên zindanan û li tevahî jinan pîroz kir û got:
“Em ê bi rêxistinbûna xwe rê li fermanan qut bikin.”
Pişt re zarokan vegotinên olî ‘teratîl’ gotin.
Her wiha di konfransê de perspektîfên rêber Apohatin xwendin û rewşa siyasî û rapora salî hatin nîqaşkirin.
Li ser navê jinên Êzidî yên li Eweropayê jî peyamek bi dîmen hate pêşandan.