Meleyên Hesekê û Rimêlanê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Forma bîr û baweriyên Mezopotmayayê li heseke û Rimêlan derbarê rewşa Rêber APO de û fikrê wî yê îslama demogratîk civînek lidarxistin.

Civîn di çaçroveya piştevaniya bi pêngava cîhanî ya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Qamişlo hate lidarxistin

Di civîna ku li hola Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan de bi dehan xetîb û îmanên mizgeftên kantona Qamişloyê amade bûn.

Di nirxandinê de li ser fikir û felsefeya Rêber APO ku hemû ol û bawerî ku xwe tê de dibînin û dikarin li ser vê axê bijîn nîqaş hate kirin.

Mele û xetîbên ku di civînê de axivîn diyarkirin ku Rêbereke weke Abdullah Ocalan ji bo hemû ol û baweriyan rêya rast nîşanê civakan daye nabe di bin tecrîdê de be.

Beşdarvanan diyarkirin ku tecrîd, ti ol û baweriyan de nayê qebûlkirin mafê her însanê heye ku malbata xwe parêzerê xwe bibîne.

Her wiha di heman armancê li mizgefta musab bin Omer a hesekê jî bi mele û xetîban re civîneke hate lidarxistin û di civînê de heman daxwaz hate ziman.

Li Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek hate lidarxistin

Back to top button