Tirkiye bi mercê DYA xwe ji pişta QSD’ê bide alî, vegera ji S-400 ragihand

Ji bo ji kirîna pergala S-400 a Rûsî bi paş de vegere, Enqere dijminatiya xwe ya bi Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî re dîsa diyar dike û wan weke kaxezeke zextê bi kar tîne.

Li gorî ajansa nûçeyan Bloomburgê ya Amerîkî, hikûmeta Erdogan amade ye ku dest ji pergala S-400 berde, eger li hember vê yekê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk/QSD bi temamî rawestîne.

Bloomburgê da xuyakirin ku Tirkiye ji tirsa ku Amerîka hew parçeyên taybet ên pergalên çekan bide wê, ketiye nava hewldanên xweşkirina têkiliyan digel Waşingtonê.

Wezîrê Parastinê yê Tirkî Hulusi Akar li ser vê yekê, da zanîn ku “welatê wî ji guftûgoyê re amade ye û ew dikarin pergalê li gorî rewşên gefan bi kar bînin. Ev yek jî, dê li gorî biryara Enqereyê be”.

Back to top button