Hêzên Iraqî ji Bexda heya Enbarê operasyoneke mezin da destpêkirin

Li dijî zindîbûna tevgera DAIŞ’ê, artêşa Iraqî operasyoneke leşkerî berfireh li rojavayê Bexda û Enbarê ragihand.

Sibeha Çarşemê şaneya ragihandina ewlehiya Iraqî bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan operasyoneke leşkerî mezin li dijî terora DAIŞ’ê da destpêkirin.

Ev operasyon wê ji rojavayê paytexta Iraqê Bexda, heta rojavayê parêzgeha Enbarê dirêj bike û wê bi hevkariya hêzên herdu parêzgehan û her wiha yên Samerayê bi destekdayîna asmanî pêk were.

Ev têkoşîna berfireh di çarçovaya bersivadayîna teqînên ku li Bexdayê çêbûbûn de, tê.

Jixwe di çarçovaya heman bersivadayînê de jî, hêzên Iraqî operasyona bi navê Se’r El-Şuheda” li Kerkûk, Enbar û Selahedînê ragihandibû.

Back to top button