Hindistan 3 milyon varêlên petrolê ji Rûsya kirî

Di demekê ku welatên Rojava li ser Rûsya cezayan ferz dike, ji Hindistanê gavek cuda derket. Piştî êrişa Rûsya li dijî Ûkrayna û gelek welatan cezayên berfireh li ser wê sepandin, Hindistanê 3 milyon bermîlên petrolê ji Moskow kirî.

Rayedarekî Hindistanê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin got, ji ber kirîna neftê ji Rûsyayê ti siza li ser wan nayên ferzkirin.

Rayedarê Hindistanê îdia kir ku wan di destpêka hefteyê de 3 milyon bermîlên neftê ji Rûsyayê kirîn û tevî banga sizayên Amerîkayê û welatên din ew ê zêdetir petrolê bikirin.

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Hindistanê Arindam Bagchi jî diyar kir ku Hindistan piraniya hewcedariyên xwe yên neftê ji derve digre.

Bagchi bal kişande ser wê yekê ku gelek welatên Ewropayê jî gaz û petrolê ji Rûsyayê dikirin û got,

Rûsya piraniya pêwîstiyên petrolê yên Hindistanê dabîn nake.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki jî diyar kir ku hinardekirina nefta Hindistanê ji Rûsyayê nayê wateya binpêkirina cezayên Amerîkayê, lê rêveberiya Delhiya Nû vexwend ku helwestek bi rêgez nîşan bide.

Gelek welatên rojavayî bi taybetî DYA û Îngilîstan bang dikin ku gaz û petrolê ji Rûsyayê nekirin.

Li gotî nûçeyên di medyaya Hindistanê de hat ragihandin ku Rûsya ji bo zêdekirina firotina petrolê û dorpêçkirina cezayan ji sedî 20 erzan kiriye.

Back to top button