Li Binarê Qendîlê Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Meş doh êvarê ji aliyê meclisa Gel a Binarê Qendîlê ve li devera Nawdeştê pêk hat.
Piştî meşvan qederek meşiyan û ji aliyê endama Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê Serwîn Celal ve daxuyaniyek hate dayîn.
Serwîn Celal komploya navneteweyî şermezar kir kû got:
“Divê em tu carî ji bîr nekin ku komploya navnetewî êrişa tunekirinê ye û di vê êrişê de Rêber Ocalan hedef hatiye girtin.
Di şexsê Rêber Ocalan de tevgera me ya azadiyê, gelê me û vîna azadiyê ya hemû gelê me hedef girtiye.
Yanî ji bo tunekirina Rêber Ocalan komploya navneteweyî hat kirin.
Em êriş û komploya navnetewî û hêzên ku di komployê de cih girtine bi tundî şermezar dikin û berxwedana Rêber Apo silav dikin.
Pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ wê di sala 26’emîn ya komployê de bigihe serkeftinê û 15’ê Sibatê ku roja reşe wê gelê Kurd vê rojê vegerîne roja ronahiyê.”