PJAK: PKK eniya herî mezin a neteweyên bindest e

PJAK’ê 42. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û ragihand ku PKK eniya herî mezin a neteweyên bindest e.

PJAK’ê ragihand ku PKK’ê 42 salên xebat û têkoşîna xwe ya bi rûmetê derbas kir û anî ziman: “Berhem û destkeftiyên vê têkoşînê ji bo mirovahiyê, pergala konfedralîzm û neteweya demokratîk e û li ser bingehê azadiya jinê ye.”

PJAK’ê eşkere kir “PKK û gerîla weke hêza sêyemîn, eniya herî mezin a neteweyên bindest li hemberî talankar û kujeran pêk aniye û nêzî azadiyê bûye. ”

Her wiha destnîşan kir ku PKK’ê ji bo gelên Kurd, Ereb, û Faris diyarî û destkeftiyek bêhempa ya demokrasî û azadiyê ye.

PJAK’ê anî ziman ku erka jin, ciwan, karker, rewşenbîr û çalakvanên civakî, vê rêyê heta azadiya bêhempa bimeşin.

Back to top button