Di êrîşekê li ser Tekrîtê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Artêşa Iraqê li başûrê Tekrîtê êrîşeke DAIŞ’ê bi bin xist û 2 çete kuştin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Îraqî, di encama têkbirina êrîşeke DAIŞ’ê li ser başûrê Tekrîtê li parêzgeha Selahedînê de, 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 3 leşkerên Iraqî birînder bûn.

Rêveberê polîsa Selahedînê eşkere kir ku di vê mehê de, bi berdewamî êrîş li ser sînorê navçeyê tên kirin û di êrîşa herî dawî de jî 10 leşkerên Iraqê hatibûn kuştin.

Back to top button