Li Stenbolê 13 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê, artêşa Tirk Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Uskudarê yê berê û gelek kesên din binçav kirin.

Polîsên dewleta Tirk, di saetên dereng ên şêva borî de, li 15 navçeyên Stenbolê, bi ser 28 malan de girtin.

Di encama serdegirtinan malan de, Cîgirê Şaredarê Şîşlî Cîhan Yavûz, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Uskudarê yê berê Erşan Ongulu, rojnamevan Davût Ûçar û Kesîre Onel û gelek kesên din hatin binçavkirin.

Her wiha hat zanîn ku derbarê rojnamevan Kesîre Onel de, gilî hatiye kirin.

Jixwe, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo 26 kesan, biryara binçavkirinê derxistiye.

Back to top button