12 Welatên Ewropa planên çêkirina avahiyan li Şerîa ya Rojava şermezar kir

Planên Îsraîl yên avakirina xaniyên nû li Şerîa ya Rojava rastî bertekan hat.
12 welatên Ewropayê bertek nîşanî rêveberiya Îsraîl ku di xwaze li Şerîeya Rojava ji bo Yahûdiyan avahiyan çêbike, nîşan da.

Daxuyaniya nivîskî ya hevpar a şermezarkirina Îsraîlê ji Spanya, Almanya, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Îtalya, Hollanda, Îrlanda, Norwêc, Polonya, Swêd û Fînlandiyayê hat.

Welatan ji hikumeta Îsraîl ya avakirina nêzî 3 hezar xaniyan li Şerîa ya Rojava rawestînin.

12 welatên Ewropayê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em li dijî polîtîkayên ku hiqûqa navneteweyî binpê dike, hewldanên ji bo bidestxistina çareseriya du dewletî û berfirehkirina niştecihên li herêmên dagirkirî yên Filistînê, bi biryarî dijberiya xwe dubare dikin.”

Nêzîkî 475 hezar Cihûyên Îsraîlî li wargehên li Şerîeya Rojava ku li gorî qanûnên navneteweyî neqanûnî têne hesibandin dijîn.

Jina Filistînî Elaa ji bo parastina gora zarokê xwe di çalakiyê de ye

Li aliyekî din, jina Filistînî Elaa Nababta doh li ji bo parastina gora kurê xwe yê li Rojhilatê Qudisê ye, di çalakiyê de ye.

Li dijî biryara şaredariyê ku wê li herêma goristanê baxçeyekê çêke Elaa dest bi çalakiyê kiriye.

Back to top button