Sûdan..Artêşa darbekar êrişî gel kir kesek mir û 2 jî birîndar bûn

Îro tam 5 roje Sûdan ji aliyê darbekaran ve tê rêvebirin.
Lê ev rêveberî bi aloziyan didome.
Li dijî darbekaran Sûdanî careke din li qadan bûn.
Di encama êrişa artêşa darbekar ya lidijî xwepêşandanên li paytext Xertûmê de kesek mir û 2 jî birîndar bûn.
Fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan ragihand ku hikumeta nû dê di hefteyekê de were avakirin.

Li ser banga çalakiyên li dijî darbekaran, Sûdanî li qadanin.

Komîteya Navendî ya Bijîjkan a Sûdanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên artêşê li herêma Bahrî ya paytext Xartûmê gule berdane sivîlan.

Komîteyê diyar kir ku di êrişê de, kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Komîteyê got,

“Di ragihandinê de zehmetî hene, xebatên piştrastkirina nûçeyên şehîdên din dewam dikin.”

Komîteya Bijîşkan agahiyên zêdetir parve nekir.

Rayedarên leşkerî derbarê mijarê de hîn ti daxuyanî nedane.

DYA: 12 kes mirin û 100 jî birîndar bûne

Doh jî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Xartûmê ragihandin ku ji roja Sêşemê û vir ve li paytextê di xwepêşandanên li dijî leşkerî de 12 kes mirine û 100 kes jî birîndar bûne.

Sibeha 25’ê Cotmehê li Sûdanê Serokwezîr Abdullah Hamduk û gelek siyasetmedar hatin binçavkirin û hat ragihandin ku Hamduk roja din hatiye berdan.

Piştî destwerdana leşkerî, hêzên sivîl ên hikûmet û gelek partiyên siyasî bang li gel kirin ku dakevin qadan.

Li ser vê yekê, bi hezaran Sûdanî li deverên cuda yên paytext Xartûmê li hev civiyan, li dijî destwerdana leşkerî dest bi xwepêşandanê kirin.

Burhan: Serokê hikumeta nû wê di hefteyekê de were hilbijartin

Fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan ragihand ku Meclisa Serweriyê û kabîneya wezîran hatine betalkirin û ji bo nûnertiya hemû beşên Sûdanê hikûmeteke ji kesên pispor wê were avakirin.

El-Burhan di axaftina xwe ya ji ajansa Sputnîk a Rûsyayê re got;

Ew hêvî dike ku serokwezîr û endamên Meclisa Serdestiyê di hefteyekê de werin diyarkirin.

Em ê serokwezîr ji teknokratan hibijêrin.”

Back to top button