SOHR: Di erdheja li Sûriyê 6 hezar û 760 kes jiyana xwe ji dest dane

Erdheja li sûriyê di roja 20 hejmara qurbanî û birîndaran zêde dibe.
Çavdêriya Sûrî SOHR ragihand ku di erdheja li Bakûrê Kurdistanê û Sûriyê zêdetirî 8 hezar û 550 kesên sûrî jiyana xwe ji dest dane.

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê çêbû, bandoreke zêde li bajarên Sûriyê jî kir.

Herî zêde li parêzgehên Laziqiyê, Tertûs, Hema, Heleb û Idlib zirar çêbû.

Bi dehan xanî û avahiyên pirqatî bi ser welatiyan ve ketin.

Tîmên lêgerînê ji wê rojê û heta niha bi her awayî û bi derfetên xwe yên kêm hewl didin hemû kesên di bin kavilan derxînin.

Lê hîn jî tevî hewldanên tîmên lêgerînê bi sedan kes di bin kavilan de ne.

Her roj pîlançoya qurbanî û birîndaran zêdetir dibe.

Herî dawî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR derbarê encama erdhejê li Sûriyê daneyên nû eşkere kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku di erdheja li sûriyê de 6 hezar û 760 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji wan 2 hezar û 234 kes ji herêmên hikûmeta Şamê û 4 hezar û 526 kes ji herêmên dagirkirî ne.

SOHR: Di erdheja li Tirkiyê de hezar û 793 welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan

Her wiha ji bilî vê amarê, hezar û 793 kesên sûrî li bajarên Tirkiyê di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavdêriyê, bi giştî di erdheja li Tirkiyê û Sûriyê 8 hezar û 553 welatiyên Sûrî jiyana xwe ji dest dan.

SOHR da zanîn ku ji bilî kesên ku bûn qurban, zêdetirî 14 hezar û 500 kes birîndar bûn û ji wan bi sedan kesî birînên wan giran in.

Ihtîmala ku ev hêjmar jî zêdetir bibe heye û heta niha ziyan gihiştiye gelek gund û bajaran.

Back to top button