Dewlea Tirk 750 çete ji bo li dijî Ermenîstanê şer bikin dişîne Azerbeycanê

Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 750 çeteyên xwe amade kiriye ji bo ku bişîne Azerbeycanê li dijî Ermenîstanê şer bikin.

Dewleta Tirk a dagirker hejmarek mezin ji çeteyên Tirkmen yên li Efrîna dagirkirî ji bo şerê li dijî Ermenstanê, amede kirine.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku li bajarê Efrînê û herêmên dagirkirî dewleta Tirk zêdetirî 750 çete yên piraniya wan Tirkmen in, amede kirine.

Rêxistinê dabû zanîn ku istixbarata Tirk li Efrînê bi komên çeteyan re civîyabû û daxwaza tevlêkirina çeteyan di şerê li dijî Ermenstanê de kiribû.

Ji bo vê jî dewşeta tirk ji bo her çeteyekî 2 hezar 500 dolar weke muce pêşkêş dike.

Ji 12’ê Tîrmehê de, li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê de şer di navber her du dewletan dewam dike.

Heta niha di encama şer de ji her du welatan hêjmareke zêde leşker mirine.

Back to top button