Deshilata AKP’ê pêşniyaza “Medya Civakî” pêşkêşî meclisê kir

Piştî sîstema “pir baro” AKP’ê pêşniyazqanûna xwe ya derbarê sererastkirinên medya civakî de pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.

Piştî ku serokê AKP’ê Erdogan di 1’ê Tîrmehê de diyar kir ku divê medya civakî bikeve bin kontrolê, desthilata AKP’ê, pêşniyazqanûna xwe ya derbarê sererastkirinên medya civakî de pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.

Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku pêşniyazqanûnê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirine.

Zengîn, diyar kir ku dê sererastkirina ku derfeta lêpirsîn û şopandinê bide, bikin.

Tê payîn ku pêşniyaz wê di nava hefteyê de li komisyonê were dîtin û hefteya bê jî wê li Dîwana Giştî were nîqaşkirin.

Back to top button