Şervanê QSD’ê Hisên Hemade li Şedadê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Hisên Hemade li goristana Şehîdan oxir kirin.

 

Şervanê QSD’ê Hisên Hemade dema li ser erka xwe bû li Dêrazorê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd merasîmek li goristana şehîdan a navçeyê li dar xist.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Leşkerî ya Şedadê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Her wiha hat gotin ku têkoşîn û berxwedana xort û keçên herêmê, têrê dike ku dagirkerî û çeteyan têk bibe.

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malabata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat veşartin.

 

Back to top button