Çavdêriya Sûrî: Ji destpêka vê salê artêşa Tirk 15 sivîl kuştin

Di çarçoveya sûcên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûrî pêk tînin de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ragihand ku ji destpêka vê salê heya niha artêşa Tirk di navê de 7 zarok û 2 jin 15 sivîl kuştine.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan di rapora xwe de sûcên kuştinê yên ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Sûrî
ji destpêka vê salê heya niha pêk anîne, eşker kir.

Çavdêriyê ragihand ku di êrîş û hedefkirina sivîlan, artêşa Tirk ji destpêka sala 2021’an û heya niha, di nav de 7 zarok û du jin 15 sivîl kuştin.

Li gorî çavdêriyê, di encama armanckirina sivîlan, jê 3 zarok 7 sivîl hatin kuştin.

4’ê Sibatê li herêma Harim ya Idlibê artêşa Tirk li ser sînora Sûrî, zarokekî dema hewldida bi malbata xwe re derbasî Tirkiyê bibe, kuşt.

12’ê Sibatê jî, Li gundê Selheb yê li gundewrê başûrê Idlibê zarokekî dema bi bapîrê xwe re di nav zeviyê kar dikir, hat kuştin.

4’ê Adarê, atêşa Tirk zarokekî li pêşiya mala wî ya li gundê Medlosê yê li başûr Rojavayê Idlibê armanc kir û kuşt.

Çadêriyê detnîşan kir di êrîş û topbarankirina herêmên Sûrî de artêşa Tirk di nav de 4 zarok û du jin, 7 sivîl kuştin.

23’ê Çileyê di enacama topbarana artêşa tirk bajarê Til Rifet ya li herêma Şehbayê 4 sivîl di nav de du zarok û jinek hatin kuştin.

14’ê Adarê jî di topbarana gundê El-Zenqel yê li gundewarê Minbicê de zarokek hat kuştin.

19’ê Adarê li gundê Hederiyat yê li rojhilatê Eyn Îsayê yê, zarokek û keçeke di encama topbaran atêşa Tirk de hatin kuştin.

Back to top button