Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid da xuykirin ku dewleta Tirkî ya dagirker bi danîna sînorên çêkirî hewl dide Eyn Îsayê bêtir bixe bin kontrola xwe.
Hemîd El-Ebid da zanîn ku dagirgerî bi dirêjahiya 15 km. xendeqan hemberî rêya M4 dikole û bi baregehên xwe yên leşkerî ve girê dide, da ku dagirkeriya xwe firehtir bike.
El-Ebid anî ziman ku sûc û binpêkirinên Tirkiyê, di nava bêdengiyeke navdewletî de têne kirin.
Tirkiyeya dagirker, Mijdara borî, li ser rêya M4 beramberî gundê Xalidiyê, Mielek, Hoşan, Mişêrfê û Seydayê yên Eyn Îsayê, 5 baregehên leşkerî ava kiribûn.