Çavkaniyên medyayî yên navenda wê li New Yorkê ragihandin ku roja Duşemê piştî nîvro di êrîşeke çekdarî de li metroya bajêr kesek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, êrîşkarên çekdar li qereqoleke li navçeya Bronx a New Yorkê gule berdan rêwiyên li benda metroyê bûn.
Berdevkê Daîreya Agirkujiyê ya New Yorkê daxuyanî da nûçegihanê AFP’yê û diyar kir ku gule li 6 kesan ketine, ji birîndaran rewşa yekî giran e, 4 jê giran û yek jî bi sivikî birîndar bûye. Wî herwiha eşkere kir ku 6 ji birîndaran bo nexweşxaneyên derdorê hatine veguhestin.
Bronks ku li bakurê New York-ê ye, yek ji xizantirîn taxên bajarê ku 8.5 mîlyon kes lê dijîn e.
Kanalên televizyonê yên herêmî dîmenên kêliyên dema ku efserên polîs û detektîfên cil û bergên sivîl li kêleka metroyekê amade bûn, weşandin.
Ji ber derketina koronavirus, rêjeya sûcên li New Yorkê û kuştinên ku bi çekan hatine kirin, kêm bûne.
Karbidestên New York qanûnên hişk li ser hilgirtina çekan li deverên vekirî li gorî dewletên din ên Dewletên Yekbûyî ferz dikin.