Li Kolombiyayê li girtîgehan rewşa awarte hat îlankirin

Li Kolombiyayê li girtîgehan rewşa awarte hatiye îlankirin.
Sedema vê yekê hikumetê hewl dide ewlehiya girtiyan biparêze, destdirêjî û gendeliyê ji holê rake.
Wezîrê Edaletê Nestor Osuna anî ziman dibe ku li girtîgehan “serdegirtin û lêgerînan” bên kirin û kesên ku sûc kirine dê bên veguhestin girtîgehên din.

Li Kolombiyayê hikumetê ragihand ku di çarçoveya têkoşîna li dijî çeteyan de li hemû girtîgehên welêt “Rewşa Awarte” îlan kiriye.

Wezîrê Edaletê Nestor Osuna di civîna xwe ya çapemeniyê de diyar kir ku ev biryar ji ber bûyerên tundiyê yên hefteyên dawî li dijî rayedarên girtîgehê hatine kirin.

Osuna diyar kir ku hêzên ewlehiyê bi taybetî li girtîgehên qelebalix dikarin operasyonan li dar bixin û wiha got:

“Piştî hevdîtina me ya bi Enstîtuya Girtîgeha Neteweyî re me biryar da ku ‘Rewşa Awarte’ bê îlankirin.

Armanca me ew e ku em ewlehiya girtiyan biparêzin, li girtîgehan destdirêjî û gendeliyê ji holê rakin.”

Kesên sucdar dê girtîgehên din bên veguhestin

Osuna anî ziman dibe ku li girtîgehan “serdegirtin û lêgerînan” bên kirin û kesên ku sûc kirine dê bên veguhestin girtîgehên din.

Ji rayedarên payebilind ên Enstîtuya Girtîgeha Neteweyî Jesus Cardenas di 10’ê Sibatê de li bajarokê Tulua ya li herêma îdarî ya Valle del Cauca rastî êrîşa du kesên çekdar hat û mir.

Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê çeteyên girêdayî girtîgehan ve hatiye kirin.

Di operasyona hêzên ewlehiyê de serçeteyê bi navê “La Inmaculada”  û Mauricio Marin Sîlva bi nasnav “Nacho” hatin girtin.

Piştî çalakiyê çeteyan efserekî trafîkê kuştin û 8 wesayît şewitandin.

Back to top button