Dewleta Tirk ciwanên ku berê xwe didin cihên erdhejê bo alîkariyê êşkence dike

Dewleta Tirk a faşîst û nîjadperestên Tirk ciwanên Sûrî û yên peraber ku ji bo alîkariyê li cihên erdhejê ne digrin û êşkence dikin. Li ser torên dijîtal penaberan weke “Talanker” nîşan didin û êşkenceyê li wan dikin.

Dewleta Tirk a faşîst û nîjadperestên Tirk ciwanên Sûrî û yên peraber ku ji bo alîkariyê li cihên erdhejê ne digrin û êşkence dikin.

Li ser torên dijîtal penaberan weke “Talanker” nîşan didin û êşkenceyê li wan dikin.

Bi taybetî piştî Erdogan rewşa awarte ragihand ku bi vê yekêr mafê êşkence û kuştinan sivîlan ji bo leşker û polîsan jî hate dayîn, bûyerên îşkenceyê yên zêdetir bûn

Di vê dimenê de jî wekî ku xuya dike tê gotin, 3 kes bi tawana diziyê hatine girtin.

Polîsan ew tazî kirine û bi kawîşê êşkence li wan dike.

Li vir jî ku tê gotin kesekî ji sûriyê ye dizî kiriye polîs bi tundî êşkence li wî dikin

Di vê dîmenê de jî 2 leşkerên tirk êşkence li penaberekî ji Sûriyê ku bi diziyê tê tawanbarkirin dikin.

Li Hatayê jî dema du mexdûrên erdhejê dixwestin biçin dermanan bînin, bi îdiaya “talanker in” ji hêla leşker û polîsan ve hatin derbkirin.

Piştre jî ciwanan daxuyanî dan û derket holê ku mexdûrên erdhejê ne, ji bo dermanan çûne navenda bajar.

Li Semsûrê jî 5 ciwanên ji Amedê ku ji bo tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatibûn bajar, ji hêla polîsan ve hatin revandin.

Bûyer di saetên şevê de qewimî.

Ciwanên ku birin emniyetê hatin îşkencekirin, çek xistin serê wan.

Piştî îşkenceyê jî ava sar li ser ciwanan hate rijandin û birin devera Çakal a li ser rêya Semsûr-Mereşê.

Polîsan li vê derê careke din îşkence li ciwanan kirin û bi awayekî tazî ji bajar derxistin.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Nûray Ozdoagan jî têkildarî mijarê civîna çapemeniyê li dar xist.

Nûray Ozdogan da zanîn ku îktidar derfetên heyî yên dewletê di pêvajoya hilbijartinê de ji bo rizgarkirinê welatiyên di bin xirbeyan de bikar neaniye û got: “Desthilat li herêmên erdhejê polîs û leşkeran ji bo îşkenceyê xistiye dewrê

Di tu şert û mercan de îşkence nayê qebûlkirin û divê kesên îşkence dikin bêceza neyê hiştin.”

Back to top button