Desthilata AKP-MHP’ê dixwaze enqazê tevî mirovên di bin de rake

Hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane li bakurê Kurdistanê 29 hezar derbas kir.. Heta niha gelek kes di bin kavilan de ye û çavên wan li benda rizgarkirine ne, lê dewleta ku hemû derfet di destê wan de ne, milet terkî mirinê dike. Keraset mezintir dibe.

Di ser erdheja li Bakurê Kurdistanê re 7 roj derbas bûn; Ji ber ku tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî dereng man û nehatin şandin, bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan.

Gelek kes hîn jî di binê kavilan de ne, lê desthilatdariya AKP-MHP’ê karê rizgarkirinê sekinand.

Desthilata xwînxwar dixwaze kavilan tevî mirovên di bin de rake.

Welatî bi derfetên xwe hewl didin mirov û cîranên xwe ji binê xirbeyên avahiyan derxînin.

Di roja heftan a erdhejê de çavkaniyên li Hatayê ragihandin ku ji hin deveran bêhna cenazeyan tê.

Mexdûrên erdhejê yên li navçeya Antakyayê diyar kirin ku dewlet tune ye û gotin: “Cenazeyên me li erdê tên hiştin. Wesayîta veguhestina cenazeyan jî nayên dayîn.”

Parlementera HDP’ê: AKP-MHP’ê mirovan dikuje, gel teşwîqê koçberiyê dike

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî ku serdana Hatayê kir, têkildarî rewşa dawî ya li wir agahî dan û got:

“Windahî giran e û hejmara miriyan zêde ye. Hîn jî li binê kavilan de mirov hene.”

Parlementer Zuleyha da zanîn Hikûmeta AKP-MHP’ê herêmê ji mirovan xalî dike û rê ji milet re vedike ku koçber bibin.

Li Amedê cenaze tevî xirbeyan bi kepçeyan tê derxistin

Ji ber karesata erdhejê li Amedê jî 7 avahî hilweşiyabûn.

Ji van avahiyên hileweşiyayî heta niha cenazeyên 312 welatiyan hatiye derxistin

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li avahiyên Işik û Hisamî yên li navçeya Rezana Amedê jî hatibû bidawîkirin.

Tevî ku hîna cenaze di bin kavilan de hene, li hin avahiyan bi kepçeyan xebata rakirina xirbeyan hate dest pê kirin.

Welatiyên li ber avahiyên hilweşiyayî ku hê jî ji bo derxistina cenazeyên xwe disekinin, bertek nîşan dan û gotin

“Qet nebe me cenazeyên xwe werbigirta û em li ser gorên wan bigriyana.”

Li Semsûrê ji ber derengmayîna alikariyê 4 kes ji ber sermayê mirin

Li Semsûrê ji ber derengmayîna tîmên rizgariyê 4 kesên di bin kavilan de mabûn ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.

Gundiyên Semsûrê: Em nikarin nan peyda bikin

Gelek gundên Semsûrê hîna jî ji alikariyê bêpar mane û gundî diyar dikin ku ew nikarin nan peyda bikin.

Piştî 6 rojan li mereşê tîmên biyanî 8 kes ji bin kavilan rizgarkirin

Li navenda erdhejê Mereşê jî Tîmên Wezareta Rewşên Lezgîn ên Kirgizistanê piştî 6 rojan 8 kes ji bin kavilan bi saxî derxistin

Hêjmara qûrbaniyan nêzî 30 hezarî bû û her diçe zêdtir dibe

Di erdhêja li Bakurê Kurdistanê de li gorî bilançoya dawî, hejmara welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane nêzî 30 hezarî bû û bi deh hezaran kes jî birîndar in.

Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku dibe hejmara qurbaniyên di encama erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê de duqet zêdetir bibe.

Back to top button