HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyanî HPG’ê li herêma Xakurkê 7’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker êrişî Girê Şehîd Axîn kir.
Hêzên gerîlayan jî jî bersiv dan êrişan.
Di heman rojê de li Girê Şehîd Şahan jî hêzên gerîlayan bersiv dan êrişên artêşa Tirk a dagirker.
HPG derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî parve kir:
“5, 6 û 7’ê Gulanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 3 caran bi çekên qedexekirî, qada Deşta Kafya ya Garê 7 caran bi balafirên şer, qada Sîdayê jî 26 caran bi çekên giran hatin bombekirin.
Her wiha artêşa Tirk a dagirker hewl dide ku çeperên berxwedanê yên li Sîdayê jî bi kepçeyan hilweşîne.”