Gerîla TV dîmenê çalakiya li Xantûrê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya 3’ê Îlonê ya li qada Xantûrê ya Heftanînê ku tê de leşkerek yê dagirkeriya dewleta tirk hatî kuştin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de, 3 Îlonê gerîlayan li Girê Muhabere yê qada Xantûrê, li kepçeyeke artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di çalakiyê de kepçe hate bêkêrkirin û dagirkerê ku kepçe bi kar dianî jî hate kuştin.

Back to top button