Beşa 12’an a koçberên Reqa û Tebqa ji Kampa Holê hat derxistin

Rêveberiya Xweser beşa 12’an ku ji 35 malbatên Reqayê û Tebqayê, li Kampa Hol diman vegerandina cih û warê wan. 

Duh ji ber rewşa hewayê vegerandina 35 malbatên Reqa û Tebqa ji bo cih û warê wan, hat paşxistin.

Îro vê sibehê 35 malbat ji jin, zarok û kesên temen mezin pêk dihat, vegeriyan bajarê xwe.

Meha çileyê jî beşa 11’an a koçberên Dêra zorê vegeriyan warê xwe.

Bi kefaleta Rûspiyan, koçberên di kampa holê de yên ku destê wan di rijandina xwîna gelê sûriyê de tune ye tên vegerandin.

Tê zanîn ku kampa Holê ji mezintirîn kampên li bakur û rojhilatê sûrî ye.

Di kampê de zêdetirî 67 hezar koçber, penaber li gel wan jî malbatên çeteyên DAIŞ’ê bi cih bûne.

Back to top button