Mûrad Karayilan: Berxwedana gerîla bi ked û xwînê dewam dike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan diyar kir berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam dike û da zanîn artêşa Tirk 5 cure çekên kîmyewî li dijî gerîla bikaranîne. Karayilan got, “Em timî xwe nû dikin. 2 heb artêşa Tirk jî bê em dikarin têk bibin. Ewqasî em ji xwe bawer dikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murad Karayilan bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê ji Stêrk TV re axivî.

Di beşa duyemîn ya bernameyê de Karayilan êrişên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla nirxand.

Karayilan bal kişande li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji 23’ê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê dewam dike û asta amadekariyên gerîla yên li dijî şer wiha got,

“Berxwedana gerîla bi ked û xwînê dewam dike. Gerîla li gel nûkirina taktîk û rêbazên şer yên nû û ruhê fedayî yê Apocî bi rengekî kes ne li bendê bû encamên mezin bi dest xist.”

Karayilan anî ziman hesabê dewleta Tirk yê li malê li sûkê nehat lewra jî ji bo şerekî navxweyî derxîne, xwest ku PDK’ê bixe dewrê.

Karayilan da zanîn di vê çarçoveyê de hin bûyer qewimîn û bi gelek rê û rêbazên cuda xwestin encamê bi dest bixin, lê belê bi ser neketin.

Murad Karayilan destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku li pêşberî berxwedana gerîla bi taybetî a li qadên Werxelê û Mamreşo yên Avaşînê têk çû, dest bikaranîna çekên kîmyewî kir.

Karayilan: Dewleta Tirk li dijî gerîla 5 cure çekên kîmyewî bikartîne

Karayilan da zanîn bi qasî ku wan tespît kiriye, dewleta Tirk heta niha li dijî gerîla 5 cûreyên çekên kîmyewî bi kar tîne ev çek wiha bi rêz kirin;

“Ji van yek gaza sinir e. Hucreyên sinir ê mirov ditevizîne, dike ku mirov bêbandor bimîne û piştî demeke kurt mirov jiyana xwe ji dest didin.

Çeka duyemîn a ku bi kar tînin mirovan difetisîne. Di nava vê çekê de gaza Kloropin heye. Ji vê gazê re Green Cross jî tê gotin.

Ya sêyemîn gaza şewitandinê ye. Ev gaz mirovan dişewitîne û ziwa dike. Li kuderê bê bikaranîn agir bi wê derê dikeve.

Ya çaremîn, gaza ku bi kar tînin jî mirovan bêhal dixîne, ji hiş dixîne, bi demkî felç dibe. Ev gaz li gelek deveran bi kar anîn, bi kar tînin.

Ya pêncemîn jî gaza îsotê ye. Yanî gaza ku niha di xwepêşandanan de bi kar tînin.”

Karayilan anî ziman bikaranîna çekên kîmyewî heta astekê kete rojeva cîhanê û got,

“Dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, xwe dispêre NATO’yê û ewqas sûcan dike. Lê belê li hemberî vê bêdeng in.

Ji ber ku ev sûc li Başûrê Kurdistanê tê kirin bendewariya me hebû ku Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê û Parlamenta Başûr jî nerazîbûnê nîşan bidin. Lê dengek jî dernexistin.”

Karayilan: 2 heb artêşa Tirk jî bê emê wan têk bibin, em ewqas ji xwe bawerin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan diyar kir li gel zêdebûna amûrên teknîk û hêza hewayî û hemû hêmanên şer û desteka PDK’ê berxwedan didome û diyar kir li dijî çekên kimyewî jî êdî tevdîran distînin.

Her wiha Karayilan diyar kir artêşa Tirk li dijî berxwedana gerîla şikestiye û got,

“Em timî xwe nû dikin. 2 heb artêşa Tirk jî bê em dikarin têk bibin. Ewqasî em ji xwe bawer dikin.”

Back to top button