
Li Nîjeryayê, 13 kes di teqîneke xwekuj a çeteyên Boko Heram de hatin kuştin.
Li Kamîrona Nîjeryayê, duh çeteyên Boko Heram teqîneke xwekuj li gundê Mûzoxo pêk anî.
Di encama teqînê de, 13 kes di nav de, 8 zarok hebûn, hatin kuştin.
Li gorî rêberê herêmî yê gundê Mûzoxo, çeteyan di seatên şev de bi kêran êrîşî gund kir û piştra teqîn çêbû.
Li gorî bîlançoyan, ji sala 2009’an û heta niha, zêdeyî 36 hezar kes di êrîşên çeteyên Boko Heram de hatin kuştin û derdora 3 milyonan hatine koçberkirin.