Li Somalyayê, di encama êrîşeke çeteyên Hereket El-Şebab de, kuştî û birîndar çêbûne.
Hêzên girêdayî parêzgeha Amîsiyûm ragihand ku çeteyên Hereket El-Şebab vê sibehê bi çekên giran û navîn êrîş bir ser wan û di encamê de, jimarek kuştî û birîndar çêbû.
Li vê parêzgehê, hêzên parastina Aştiyê yên Afrîkayê dimînin.
9 çeteyên Hereket El-Şebab hatin kuştin
Her wiha artêşa Somalî jî diyar kiribû ku hêzên wan Pêncşemê li dijî navendeke Hereket El-Şebab li parêzgeha Bay li başûrê welêt, operasyoneke leşkerî pêk anîbû û di nav de serçeteyek, 9 çete hatibûn kuştin.
Înê jî, balafirên Amerîkî bi hevkariya hikumeta Meqedîşoyê, nuqteyên Hereket El-Şebab li başûrê welêt bombebaran kirin û di encamê de, 5 çete hatin kuştin.