Di nav de serçeteyek 4 DAIŞ’î hatin girtin

Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê de, 4 çete hatin girtin. 

Wezareta Hundir a Iraqê ragihand, wan li dijî şaneyên DAIŞ’ê, operasyonek li parêzgeha Enbarê pêk anî.

Di encamê de, 4 çeteyên DAIŞ’ê ku yek ji wan serçete ye, hatin girtin.

Fermandarekî Iraqî jî diyar kir ku wan cihekî çeteyan kir armanc û erebeyeke bombebarkirî hat teqandin.

Bombeyek bi karwaneke Koalîsyona Navdewletî ve teqiya

Li başûrê Bexdaya paytext jî, bombeyek bi karwanekî hêzên Koalîsyona Navdewletî ve teqiya.

Lê ti agahî derbarê ziyanên teqînê de, nehatin bidestxistin.

Back to top button