Li Efrîna dagirkirî, kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin. Çeteyan li Efrînê û navçeyên wê 10 sivîl ji wan du jin revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakur Sûriyê ragihand ku duh li navenda navçeya Mabeta çeteyan 7 sivîl ji wan 2 jin revandin.
Navên kesên hatine revandin ev in:
Mîdiye Xencer
Tolîn Reşîd
Mihemed Menan
Celal Qirokî
Ferhad Şefîi
Reşîd Qasim
Mistefa Mamiş
5’ê Îlonê li bajarê Efrînê, çeteyan şêniyê bi navê Reşîd Fewzî Tobal yê ji gundê Bilêlka yê Raco revand.
25’ê Tabxa derbasbûyî jî, çeteyan şêniyê bi navê Azad Hebeş 22 yê ji gundê Bedîna yê mabeta revand.
Beriya deh rojan jî,istixbarata dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Nebî yê ji gundê DêrSwanê yê Şera Revandin.
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê, çeteyan ji bo standina pereyan, bi bihaneyên nerast ew sivîl revandine.