Karkerên êrîşî wan hatine kirin di bin dorpêçê de ne

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tîfaqa Kurdistanî de cih digirin, xwestin serdana malbatên li Sakaryarê êrîşî wan hatî kirin bikin. Lê leşkeran bi hinceta “karantînayê” destûr nedan ku bikevin gund.

Partî û rêxistinên kurd li dijî êrîşa nijadperest ya li Sakarya ku li dijî karkerên kurd pêk hat, helwesta xwe diyar dikin.

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl ên dibin banê Xebatên Tifaqa Kurdîstanî de cih digirin, xwestin serdana malbatên karkerên kurd ên li Sakaryayê ku êrîşî wan hatî kirin bikin.

Ji bo vê yekê şandeyek ji nûnerên partî û rêxistinan çûn Gundê Kelekê yê girêdayî navçeya Şemrex a Mêrdînê.

Lê leşkerên Tirk bi hinceta gund dibin karantînayê de ye, destûr nedan ku şande bikeve gund û bi malbatan re hevdîtinê bikin.

Leşkeran serdana Tifaqa Kurdistanî ya ji bo karkeran asteng kir

Berî ku şande ji Amedê bikeve rê, leşkeran li herêmê ewlekariyek zêde girtin.

Ketina gundê malbatên karkeran bi rê bend û wesayîtên zirxî hatin girtin.

Endamên şandeyê, li 2 nuqteyên kontrolê yên li ser rê hatibû danîn hatin rawestandin û kontola nasnameya wan hat kirin.

Ligel vê yekê jî, di ketina gund de şande hat astengkirin û bi hinceta “gund di bin karantinayê de” destûr nehat dayîn ku derbasî gund bibe.

Gundiyan hinceta leşkeran ya vîrûs heye derewand

Şêniyên gund ên kesên di şandeyê de xwe gihandin wan, diyar kirin ku li gund ti pêketiyeke vîrûsê tuneye.

Parlamenterên HDP’ê yên cihê xwe di şandeya Xebatên Tifaqa Kurdistanê de girtin, ligel hemû astengiyan jî xwestin biçin malbatan ziyaret bikin.

Lê rayedarên leşkerî cardin destûr neda.

Di nava şandeya xwestin malbatan zirayet bikin nûner, hevserok û serokê partiyan hebûn.

Raydarên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD),

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz,

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay,

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş,

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek,

Partiya Azadî, Komeleya Kurd a Demokratîk-Şoreşger (DDKD)

Partiya Mirov û Azadî (PÎA) Platforma Demokratîk a Kurd (PDK-Bakûr)

Partiya Demokratîk a Kurdistan-Tirkiyeyê (PDK-T)

Back to top button