Lûtkeya NATO ya 32. bi mazûvaniya Spanya li paytext Madrîdê di roja xwe ya 3’an de ye.
Lîderan di rûniştina îro de mijara terorîzim û Bakurê Afrîka nirxandin.
Di roja dawî ya rûniştinê de, wezîrên parastin û karên derve yên 30 welatên endamên NATO amade bûn.
Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di axaftina xwe ya di vekirina rûniştinê de got;
Bakurê Afrîkayê û herêmên Sahelê bi hev ve girêdayî bi pirsgirêkên ewlehî, demografîk, aborî û siyasî re rû bi rû ne.
Stoltenberg bal kişand ser wê yekê ku ev alozî ji ber bandora guherîna avhewayê û krîza xwarinê ya piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê zêdetir dibin.
Sekreterê Giştî yê NATO wiha got,
“Ji bo têkoşîna li dijî aloziyan hevpar em ê bi hevkarên xwe yên li başûr re xebata xwe bidomînin.
NATO dikare bi bêîstiqrariyê re mijûl bibe û têkoşîna li dijî terorê zêde bike.”
Ji aliyê din ve Serokwezîra Estonyayê Kaja Kallas jî di lûtkeyê de ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku piştî vexwendina endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê ew ji Rûsyayê “li hêviya surprîzekê ne.”
Kallas pêşniyar kir ku Rûsya dikare êrîşên hîbrîd an sîber bike.


