Rûsya ji Grava Mar vekişiya

Li Ukrayna rewş li gorî daxwaza Rûsya pêk tê.
Di şerê ku bi sedan leşkerên Ukrayna dîl hatîn girtin de, Rûsya dixwaza rewşê aram bike.
Serokomarê Ukrayna Zelensky ragihand ku 144 leşkerên Ukraynî yên ji aliyê Rûsya ve hatîn girtin xelas kirine.
Piştî vekişîna Rûsya ji Grava Mar û paqijkirina mayînan, cara yekemîn keştiyên genim barkirî ji benderên Ukrayna birê ketin.

Rûsya piştî pêkanîna beşek ji daxwazên xwe yên li ser xaka Ukrayna niha jî dixwaze atmosfereke aramiyê derxe pêş.

Di vê çarçoveyê de Rûsya ji Grava Mar vekişiya.

Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku ji bo veguhestina genimê Ukrayna bi hêsanî pêk were, wan xwe ji Grava Mar vekişandin e.

Rêveberiya Moskow jî diyar kir wan ev gav bi armanca niyetek baş avêtiye.

Hikumeta Kîevê jî ev vekişîn piştrast kir.

Zelensky: 144 leşkerên Ukraynî ji Rûsya hatin rizgarkirin

Di vê navberê de, Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ragihand ku wan karîne 144 leşkerên Ukraynî yên ji aliyê Rûsya ve hatine girtin xelas bikin.

Zelensky di peyama xwe ya bi rêya vîdeo de wiha got:

Di nava leşkerên Ukraynî yê herî temenê wî mezin ku hatî rizgakrin 65 salî ye.

Yê herî ciwan jî 19 salî ye.

Beşa Îstixbaretê ya Wezareta Parastinê ya Ukrayna doh ragihand ku ji despêka şer û heta niha wan pevguhertina herî zêde ya girtiyan pêk aniye.

Tevî 95 leşkerên di kargeha Azovstal de, bi giştî 144 leşkerên Ukraynî hatine xelasirin.

Piştî şer cara yekem keştiyên genim vediguhêzin ji Ukrayna derketin

Rûsya ya ku bendera Berdyanskê ya Ukraynayê kontrol kirine diyar kir ku ji despêka şer ve cara yekem keştiyeke ku genim hildigirt ji benderê derket.

Serokê hikûmeta herêmî ya alîgirê Rûsyayê Evgeni Balitsky got,

“Piştî çend mehan derengmayînê, yekem keştiya bazirganî ji Bendera Berdyanskê derket.

7 hezar ton genim ber bi welatên dost ve ketin rê.”

Balitski bal kişand ku bendera Ukraynayê ji mayinan hat paqijkirin û got,

Keştiyên Rûsyayê yên li Derta Reş jî wê ewlehiyê misoger bikin.

Back to top button