HPG’ê: Di çalakiyên gerîlla de 6 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, çalakiyên bi bandor yên gerîlla dewam dikin.
Li gorî daneyên HPG’ê, di nava 24 saetên dawî de 6 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.

Têkildarî encama şer û çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

Navendê diyar kir ku gerîllayên wan bi bandor bersivê didin êrişên artêşa Tirk û ev agahî dan:

Li herêma Avaşîn

29’ê Hezîranê, li Qada Werxelê, hêzên artêşa Tirk bûn armanca lêdana gerîllayên jin.

Li heman qadê, 30’ê Hezîranê, dagirkerên ku xwestin nêzî tûnelên şer bibin bûn hedefa çekên giran.

Di encama destwerdana gerîlla de, leşkerên artêşa Tirk neçar man paşde biçin.

Li herêma Zapê

29 û 30’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Karker û Çemço bi cih bibin, çalakî hat lidarxistin.

29’ê Hezîranê saet di 16:00 de hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin ber bi qada Çemço ve biçin.

Di çarçoveya pêngavê Savaş Maraş û Cenga Xabûrê de,

28’ê Hezîranê li qada Girê Sor a ser bi Çelê, li dijî dagirkerên ku rê çêdikirin, bi çekên giran çalakî hate lidarxistin.

Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Her wiha erebeya ku rê vedikir hate îmhakirin.

29’ê Hezîranê li Qada Girê Cûdî, gerîllayên YJA-Starê bi rêbaza sekvaniyê li hêzên artêşa Tirk dan.

Di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ev agahî parve kirin:

Di navbera 28 û 29ê Hezîranê de;

Artêşa Tirk 7 caran bi çekên kîmyewî, 23 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi helîkopterên êrîşê, herêmên gerîlla bombebaran kirin.

Back to top button