HPG: Li Zap, Avaşîn, Xakurkê û Metîna 16 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîla bi pêngavên şoreşgerî bersiva êrişên dagirkeran didin.
HPG’ê ragihand di encama çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap, Avaşîn, Xakurkê û Metîna 16 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk careke din 7 caran bi çekên kîmyewî Avaşîn û Metîna bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna bê navber dewam dike û wiha got,

“Artêşa Tirk ya dagirker qadên berxwedanê 7 caran bi çekên kîmyewî û 26 caran jî bi helîkopter û balafirên şer bombebaran kirin.

Hêzên me ev êriş vala derxistin û bi çalakiyan jî derbên giran li dagirkeran xistin. Di encama çalakiyên hêzên me de 16 dagirker hatin cezakirin, 5 dagirker birîndar bûn.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê,

2’ê Hezîranê li qada Werxelê li hêzên dagirker hate xistin. Di encama çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna,

2’ê Hezîranê li Girê Hekarî ji du aliyan ve li hêzên dagirker hate xistin. Di encama van çalakiyên koordîneyî de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê,

2’ê Hezîranê li qada Kurojaro dagirkerek û li qada Karker jî 2 dagirker hatin cezakirin.

3’ê Hezîranê jî li qada Karker dagirkeran kûçikek şandin nava çeperên şer. Kamerayeke serî û 6 fenerên ku li ser kûçik hatibûn girêdan hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş de li herêma Zapê,

2’ê Hezîranê li Girê FM li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê,

1’ê Hezîranê li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li hêzên dagirker hate xistin û herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê li Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya gerîlayên YJA Starê de jî 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê derbarê êrişên bi çekên kîmyewî, teqemenî û hewayî de jî ev agahî parve kir,

2’ê Hezîranê artêşa Tirk li Girê Hekarî yê Metîna 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebarankir. Di vê êrişê de çeka kîmyewî ya ku dûmana gewr jê derdikeve bikaranîn.

Heman rojê çeperên şer yên li qada Werxelê ya Avaşînê jî 4 caran bi çekên kîmyewî hatin bombebaran kirin.

1, 2 û 3’ê Hezîranê jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebarankirin.

Back to top button